Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leys Kube: Kurd dixazin Iraqê wêran biken


Hevdem digel dest pê kirna bangeşa helbijardina li seranserê Iraqê, çend kenalêt navxoyî yêt herêma Kurdistanê xweya kirn ku berêz Leys Kube, peyvdarê resmî yê berêz Îbrahîm Ceferî serok wezîrê Iraqê ku wek listeka taybet û serbixwe dê beşdarîya helbijardina ketin rexneka tûnd arastey hevpeymanîya Kurdistanê kirye û ragehandîye ku berî helbijardinan dê bombeka syasî peqînît û çend mesela bu xelkê Iraqê behis ket û dibêjît Kurdan pişkeka zor ya diravê Iraqê bu xwe birye. Kube di pişkeka din ya rexna wxe da dibêjit Kurd dixazin Iraqê wêran biken.

Li ser rexna berêz Kube, berêz Fu’ad Masom serokê lista hevpeymanîya Kurdistanê li perlemanê Iraqê li Bexda di lêdwaneka radyoyî da bi tondî ew rexne ret kir û got ew rexne bu bangeşa helbijardina ye, lê nakevîte çarçova bangeşê û li kombîna perlemanî bi tondî di wan gotinêt Kubey ret keyn û gotinêt wî çi rastî ji bu nînin.

XS
SM
MD
LG