Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Baquba 9 karmendên Iraqî hatine kuştin


Rayedar li Iraqê dibêjin li bajêrê Baquba yê bakûra rojhilatê neh mirov hatîne kuştin.

Gava ku ew qurbanî vê spêdê li mînîbusekê suwar dibûn da biçine karî teqe lê hate kirin.


Ew êriş hate kirin li demê ku rayedar hewil diden ku çareyekê ji revînkarîyan ra peyda biken. Çar karmendên alîkarîyê yên rojavayî, Amerîkîyek, Îngîlîzek û 2 Kanadî li roja Şembî li Bexdayê hatine revandin. Televîzyona el-Jezîre ya Erebî li roja Sêşembî vîdeoyeke wan her çar kesan pêkve nîşan da. Ew vîdeo ji alîyê komeke serhildayan ya bi navê Hêza Şîrên Rastîyê ve hatibû tomar kirin.

Ji alîyê dî ve, Elmanyayê gazîya berdana hevwelatîya xwe şînûwarnas (Susanne Osthoff) û şofêrê wê kir ku li roja eynî bêserûşûn winda bibûn.

Karbidest bawer diken ku ew revînkarî ji bo têkvedana hilbijartinên parlamentoyê yên li meha têt e.


XS
SM
MD
LG