Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeyeke Leşkerê Îran li Tehranê ket


Karbidestên Îranê gotin firokeyeke leşkerî li Tehranê tevî 94 rêwîyan bi ser avahîyekê de ketîye.


Raportên ku ji paytextê Îranê hatine şandin radigihînin ku hemû rêwîyên di teyarê de û tevî 25 kesên li ser erdê hatine kuştin.

Karbidest dibêjin dema ku firoke xwestîye bi lez dakeve firokexaneya Mehabad li Tehranê, bi ser avahîyeke 10 qatî ve ketîye, ku çend sed kes di wê avahîyê de dijîyan.

Tê ragihandin ku di firokê de hin pirsgirêkên teknîkî derketine demek kurt piştî ku ji wê fiokexanêyê firîyaye ber bi Bandar Abbas, bajêrê li başûr.

Karbidest dibêjin dinav rêwîyan de rojnamevan hebûne ku diçûn başûr da li ser kiryarên leşkerî agahîyan ragihînin.

XS
SM
MD
LG