Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê bi êrîşeke xwekuj 36 kes hatin kuştin


Torê teroristî yê El Qaide li Îraqê berpisyarîya xwe ji du teqînên îro Seşem li Bexdayê ragehand.

Du xwekûjan bombe bi xwe ve teqandin di nav akadîmîyeka polîsan de îro Sêşem li Bexdayê û 36 efser û xwêndkarên wê kuştin. Li destpêkê leşkerê Amerîkî ragehand ku ew du xwekuj jin bûn, belê vekolîneka berdewam xuya kir ku ew zelam bûn.

Karbidestên leşkerî got, xwekûjê yekê yelekê bombekirî bi xweve teqand li derveyî joreka xwendinê. Dema polîs u xwendikar çûyne cihê teqînê xwekûjê diwê bomba xwe teqand.

Di pêşveçûneka cûda de komeleka xirabkarên Îraqê îddîa dikin ku wan şîretvanekê parastinê yê Amerîkî revandîye û gefeya kuştina wî dikin di demê 48 seetan de eger tevaya zîndanîya azad nekin. Televizyona El Cezîre vîdyoyek belav kir ku tê de ew zelam xuyadibe bi destên girêdayî digel pasaporteka Amerîkî de.



XS
SM
MD
LG