Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO dê 6,000 aştîparêzên dî bişînîte Efxenîstanê


Wezîrên Derve yên NATOyê nexşeyek mor kir ji bo berfirehkirina hêza aştîparêz ya wê hevpeymanîyê li Efxenîstanê ber bi başûra bi avrêşe ya welatî ve.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jaap de Hoop Scheffer ew biryar li roja Pêncşembî li Brukselê, li dû civîna wezîrên derve yên welatên endam ragihand. Wî got 6 hezar serbaz dê li 9 hezar û 500 aştîparêzên Efxenîstanê bêne zêde kirin.

Scheffer got ew hêza nû dê aramîyê biparêzît û piştrast biket ku terorîzm êdî li wî welatî cihê xwe negirît.

Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice gote peyamhinêran ew nexşeya nû îsbat diket ku hevpeymanîya NATOyê li ber e ku soza xwe bigirît bo domandina parastinê li Efxenîstanê û harîkarîya rayedarên wî welatî li guhartinan.

Karbidestên NATOyê dibêjin ew rêkkeftin xebata herî bixeter ya li dijî serhildayan dihêlîte xema hêza 20,000 serbazî ya hevpeymanîya bi rêberîya Amerîka, lê bahreke mezintir didete NATOyê li hînûfêrkirin û desteka li hêzên xwecihî yên Efxenî.

XS
SM
MD
LG