Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind ya Brîtanî delîlên bi rêya îşkencê qedexe kirin


Dadgeha herî bilind ya Brîtanyayê qedexe kir ku dadgeh delîlên bi rêya îşkencedanê wergirtî li dadgehan bikar bînin.

Desteya ji heft endamên parêzger yên Civata Jorîn ya Parlamentoya Brîtanyayê, ku dadgeha bilind e, li roja Pêncşembî biryareke par ya Dadgeha Gilîyan û Pêdaçûnê vegêrand. Wê digot dadgehên nepenî dikarin delîlên ku li dadgehên dî yên Îngilîz nahênê qebûl kirin binirxînin.

Wê dadgeha pêdaçûnê biryar dabû ku delîlên wesa çêdibît ku li dadgehên Brîtanyayê bêne bikar înan heke ew ji alîyê karmendên dewletên dî ve hatibine peyda kirin û mayê karmendên Îngilîz têda nebît.

Wezîrê Karûbarên Navxweyî Charles Clark dibêjît ew biryara Pêncşembî çi bandorê li bizavên êi dijî terorê yên Brîtanyayê naket.

Beverly Hughes, karbidesteke pilebilind ya wê wezaretê, jî got Brîtanyayê çi caran pişta xwe bi hindê germ nekirîye û Serokwezîrî rohn û zelal kirîye ku ew welat îşkencê qebûl naket.

XS
SM
MD
LG