Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi 10 hezaran mirovan li behîya Beyrûtê Surîye mehkûm kir


Bi deh hezaran mirovên bi alayên Libnanê roja Çarşembî naverasta Beyrûtê tejî kir ji bo behîya dijberê Surîyê yê Libnanî Cibran Tiwênî.

Ew weşankarê rojnameya an-Nahar û parlamenter roja Duşembî bi peqandina otomobîleke bombebarkirî hatibû kuştin.

Sîyasetvanên dijberên Surîyê gazî xelkî kiribû ku bi jimareke mezin biçine şînîyê û banqe, kargeh û xwendingeh ji ber şînîyê hatine dayêxistin. Bi sedan polîs û serbaz li Meydana Şehîdan ya paytextî hatine danan.

Ji kuştina Serokwezîrê berê Refîq Herîrî li meha Şûwatê û pê ve, Birêz Tiwênî dijberê maytêkirina Surîyê di karûbarên Libnanê daye ku tête kuştin.

Xwenîşandanên mezin li dû kuştina Birêz Herîrî Surîye naçar kiribû ku dagirkirina 30 salan ya Libnanê bidawî bînît.

Li xwenîşandanên roja Çarşembî Surîye hate mehkûm kirin û gazî li Serokê Libnanê Emîl Lahudê bi ser Surîyê ve hate kirin ku dest ji kar berdet.

Komeke berî niha navê wê nebihîstî berpirsîyarîya xwe dîyar kirîye bi kuştina Birêz Tiwênî. Hevkar û hevalbendên wî ji bo wê kuştinkarîyê Şamê gunehbar diken, lê Surîye wê yêkê înkar diket.

XS
SM
MD
LG