Neteweyên Yêkgirtî ji ber hilbijartinên parlamentoyê yên roja Pêncşembî pîrozbahî li gelê Îraqê kir û ji ber pêkînana wî karî ''li dû pîvanên navneteweyî yên dengdaneke rewa, azad û pêşçav'' pesna Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan ya Îraqê da.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yêkgirtî Kofî Annanî di belavukeke roja Eynî da got “Encamên dengdanê her çawa bin, niha derfeta pêvajoyeke sîyasî heye ku rê bidete hemî Îraqîyan li avakirina Iraqeke aram, demokratîk, hevgirtî û jînfireh pişikdar bin.’’
Birêz Annanî got Neteweyên Yêkgirtî dê li wî karî alîkarîya Îraqîyan biket.
Nûnerê wî yê nemaze bo Îraqê Eşref Qazî got dîyar e ku ji hemî komên nijadî û tîreyî beşdarî gellek xurt bû.
Nûnerê Nemaze yê Neteweyên Yêkgirtî bo Iraqê Eşref Qazî got Komîsyona Hilbijartinan ya Îraqê karê xwe yê roja Pêncşembî li dû pîvanên navneteweyî bo dengdaneke rewa, azad û pêşçav kirîye. Wî got hindek gazinde hatîne kirin, û derbarê wan da dê lêkolîn bête kirin.
Ji alîyê dî ve qumandarê hêzên leşkerê Amerîka li Îraqê, General George Casey, got ew dê li van heftîyên tên li ser jimara serbazên Amerîka li Iraqê pêşnîyaran ji Rêveberîya Amerîkî ra biket.
Qumandarê leşkerê Amerîka li Iraqê gote peyamhinêran ji ber alozîyên ji parastina dengdanê niha nêzîkî 150 hezar serbazên Amerîka li Îraqê ne.
Lê General George Casey got ew jimar dê heta serê meha Şûwatê bête kêmkirin û bikevîte rêza berî bizava hilbijartinan -- 138 hezar kesan.