Rayedarên Erebîstana Saudî dibêjin hêzên parastinê du terorîstên qaçax kuştîne bi çend seetan pistî ku wan pênc polîs kustîn.
Tête gotin ku wan her du bergûmanan dest digel kiryarên el-Qaydê li Erebîstana Saudî hebû.
Yêk ji bergûmanan Mihemmed bin Ebdirrehman es-Siweyilmî paş êrisa ser polîsan ya roja Sêşembî hate kuştin. Karbidestekî Wezareta Karûbarên Navxweyî dibêjît bergûmanê dî Ebdilrehman el-Mutab ji wî şerrî revîye, lê îro hêzên parastinê pêra giheştîne û ew jî kuştîye.
Ew her dû jî şerê lîsteya wan kesan bûn ku hikûmeta Saudî lê digerya.