Jimareka peqîna evro yekşembî Bexda ya paytextê Iraqê hejand.
Deselatdar li Iraqê dibêjin hinek ji ew heşt peqînêt evro ji encama peqînêt otombîla bûn.
Bi kêmî 7 kes di wan peqîna de birîndar bûn, lê heta nûke jimara qûrbanya nehatîye ragehandin.
Hêrişêt xirapkara li Iraqê zêde bîye ve piştî kêmbûna hêrişa li demê helbijardinêt 15 heyva 12.
Herwesa leşkirê Amerîkî ragehand ku bi kêmî 844 serbazêt Amerîkî li sala 2005 li Iraqê hatîne kuştin, hemberî 848 serbaza li sala 2004. Jimara serbazêt Amerîkî ku hestêt destpêkirna şerî li sala 2003 li Iraqê hatîne kuştin gehişte 2178 kesan.