Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dixtor dibêjin rewşa Şaron giran e


Dixtor dibêjin piştî ku damarên mejîyê wî xitimîbûn amelîyateke(neştergerîyeke) nêzî 7 seetan li ser mejîyê serokwezîrê Îsraîlê Arîel Şaron hatîye kirin da ku xwîna ji damarên mejîyê wî dihat rawestînin. Dibêjin rewşa sihheta serokwezîrê Îsraîlê giran e belê zêde naguhere.

Birêvebirê nexweşxana Heddase gote peyamhinêran ku rêzdar Şaronê 77 salî li jêr zêrevanîya huşyar da ye piştî du caran birînkarî bo hatîye kirin. Dibêje ew dê bi vî awayî heta roja Înê li nexweşxaneyê bimîne .

Şeva Çarşemê piştî ku Rêzdar Şaron ji nişkêva nexweş ket bi ecele ew gihandibûn nexweşxaneyê ji mala wî ya li Negevê. Li 18ê meha duwazde giriftarîyeke pengîna xwînê hebû û biryar bû ku ew bê amelîyat kirin bo girtina quleke piçuk di dilê wî da ku nujdaran meha buhurî dîtibûn

Îro(Pêncşem) civata wezîran civîneke taybetî kir ka wê çewa hikumet bê birêvebirin dema rêzdar Şaron di nexweşxanê de be.

Li Washington serok Bush ji bo rêzdar Şaronî got ew zilamekî wêrek e û ji bo saxîya wî ew dua dike û rêberê Filistînî Mehmud Abbas jî xemên xwe dîyar kirin li ser rewşa Şaronî.



Ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevkarê me Heyder Kerîm bi Dr.Necmeddîn Kerîm re hevpeyvînek li ser rewşa Şaron kiriye. Eger bixwazî guh bidî vê hevpeyvînê, ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn bitiqîne ku dibêje "Guh bide gotinên Dr.Necmeddîn Kerîm li ser rewşa rêzdar Şaron"


XS
SM
MD
LG