Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Shaul Mofaz dibêjît ew dê rê bidene rûniştevanên Ereb yên rojhelata Urşelîm Qudsê ku di hilbijartinên vê mehê yên parlamentoya Filistînîyan da pişikdar bin.
Birêz Mofaz îro li Urşelîm Qudsê gote peyamhinêran, Ereb dê bişên li postexaneyan dengê xwe biden, her wekî hilbijartinên berî niha yên Filistînîyan, li dû rêkkeftinên aştîyê yên li salên 1990an.
Lê karbidestên dî yên Îsraîlî dibêjin hêj biryara dawîn nehatîye dan. Û nûnerê Filistînî Saeb Erekat dibêjît wî li ser wê mijarê hêj çi biryar ji karbidestên Îsraîlî nebihîstîne.
Serokê Filistînî Mahmoud Abbasî roja Duşembî got karbidestên Amerîkî jêra misoger kirîye ku ew dengdan dê li rojhelata Qudsê bête kirin. Wî gef kiribû ku hilbijartinên parlamentoyê ragirît heke Îsraîl rê nedete dengdanê ji ber beşdarbûna berbijarên komela tundrê Hemasê.
Du karbidestên Amerîkî li ber e ku vê hefteyê sera deverê biden ji bo danûstandinên digel her du alîyan berî wê dengdana li 25ê vê mehê.