Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Mehmet Alî Agca ji hepsê deranî


Tirkê ku li sala 1981ê gulle berdabû Papa John Paul û ew xirab birîndar kiribû ji zindaneke Stenbolê hate berdan.

Piştevanên wî yên neteweperest li ber derê hepsê şabûn dema ku îro Pêncşem Mehmet Alî Agca yê ku bi kurtik şîn û şalê qot ji hepsa Kartal ya bi tenahîya giran hate berdan û peyre ber bi navenda qebûl kirina kesan ji bo xizmeta leşkerîyê hate şandin

Agca yê 48 salî li sala 1970an xizmeta leşkerî ya mecbûrî nekiribû belê ne dîyar e ku ka wê jê bê xwestin ku piştî vî temenî were vê xizmetê bike.

Agca têra 20 salan di hepseke Îtalya da ma bi egera ku gulle berdabû Papa û xwestibû ew bikuje û herwisa pênc salan jî di hepseke Tirkîye de ma jiber ku rojnamevanekî Tirk kuştibû li sala 1979. Îtalyayê Agca efu kiribû li sala 2000an ji ber ku Papa John Paul xwestibû.


XS
SM
MD
LG