Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka,Ewropa,Çîn û Rusya li ser pirsgirêka navokî ya Îranê dipeyivin


Amerîka, Ewropa, Çîn û Rusya ji ber bernameya Îranê ya navokî dipeyivin ka çi tole deynin ser vî welatî.


Dîplomat dibêjin di kombûna endamên daîmî yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî de tevî Almanya, endam xwestin ku li ser meselê li hev bikin.

Rojava dixwaze ku desteya birêvebirinê ya Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî di demek nêzde kom bibe da ku biryarekê bide li ser wê daxwaza wan ku Îran bibin ber Civata Tenahîyê ji bo tol danîna ser vî welatî. Berê ne bi dilê Rusya û Çîn bû ku pêngavên bi vî awayî li dijî Îranê bên avêtin.

Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice îro (Duşem) li Monrovia, Liberia got divê cîhan zû bilive jiber ku bi gotina wê Îran bi van karên xwe yên navokî "tiştên ji serê xwe zêdetir dike."


Îran heftîya buhurî got wan dîsa dest bi lêkolînên li ser sutemenîyên navokî kirine ku soz dabûn ew dê vî karî heta du salan nekin. Tehran îddîayên karbidestên rojavayê înkar dike ku dibêjin ew çekên navokî çedike.

Wezîrê derve yê Erebîstana Suudî di hevpeyvîneke bi televîzyoneke Brîtanî de got ew li dijî karê Îranê ne ji bo çêkirina çekên navokî. Mîr Saud al-Faisal herwisa rexne li welatên rojavayî girt ji ber ku bi gotina wî ew destûr didin Îsraîlê ku bibe hêzeke navokî ya ne dîyar kirî.


XS
SM
MD
LG