Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê serhildayan li karwanê şîrketa Misrî da


Karbidestên Îraqî dibêjin serhildayan roja Çarşembî li Bexdayê buse danaye pêşîya karwanê otomobîlên şîrketa telefonê ya Misrî, şeş nobedarên wê kompanîya bi navê Iraqna kuştîne û çêdibît ku du endazyarên bîyanî jî revandibin.

Karbidest dibêjin ew endazyarên xelkê Malawî and Madagaskarê bêserûşûn in û ditirsin ku ew hatibine revandin.

Vê navbeynê revînkaran xuşka Wezîrê Karûbarên Navxweyî Beyan Cebrî berda. Xuşka wî siyasetvanê Şî’e berî du heftîyan li Bexdayê hatibû revandin..

Serhildayên li Îraqê roja Sêşembî vîdeoyeke rojnamevana revandî ya Amerîkî Jill Carrollê belav kir û got ew dê wê peyamhinêra rojnameya Christian Science Monitorê bikujin heke hemî girtîyên jin di 72 se’etan da ji zindanên Îeraqê nehêne berdan.

Ji alîyê dî ve, Îranê ragehand ew dinêhrîte wan îddîayên Îraqê derbarê lêkdaneke linav nobedarên Îranî û Îraqî li Kendava Farsî da.

Fermandarê Basrayê roja Sêşembî got di şerrê digel hêzên Îranî da neh nobedarên Îraqî hatîne revandin û yêk jî hatîye kuştin.

XS
SM
MD
LG