Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Coteke bombeyan li Bexda 12 kes kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin li navenda Bexdayê bi teqîna bombeyên li du hev, bi kêmî 22 kes hatine kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidest dibêjin roja Pêncşemê piştî nîvro êrîşbirekî xwekuj li qehwexanekê bi bombeyekê 16 kes kuştine . Otomobîleke bombebarkirî jî li nêz teqîyaye û bûye egera mirina bi kêmî ve şeş kesên din.

Di vê navê de karbidestên Îraqê dibêjin wan ji leşkerên Amerîka xwestine ku şeş girtîyên jin yên Îraqî berdin. Belê wan got ew daxwaz ne têkilî gefeyên li ser wê revandina rojnamevanek Amerîkî ye.

Her wisa îro komelek ji şarezayên hilbijartinê yên navneteweyî gotin hinek nerêkî çêbûne di hilbijartina meha 12 li Îraqê. Belê wan got ew nerêkî ne zêdebûne û encamên hilbijartinê pê nayêne guhertin.

Wisa çaverê tê kirin ku komîsyona hilbijartinê ya Îraqê raporta dawîn ya li ser encamên hilbijartinê dê heftîya bê eşkere bike.


XS
SM
MD
LG