Cîhan ji bo 250 salvegera ji dayîkbûna muzîkvanê Awusturyayî yê bi navûdeng Wolfgang Amadeus Mozart şahîyan dike. Zêdeyî 630 berhemên ku Mozart li dû xwe hiştine wek berhemên bêhempa tên nasîn.
Konsertên muzîka wî di 27ê meha yek de li bajêrê Sydney li Awusturalya dest pêkirin û ev konsert hêdî hêdî li dû rojê ber bi rojavayê dinyayê ve belav dibin. Belê tu cîh wek cîhê ku ew ji dayîk bûye ji Salzburgê zêdetir şahîyê nikare geştir bike ku kolanên wê bi posteran xemilîye û muzîka Mozart li her alî hem zindî hem tomar kirî tê lêdan.
Gerîdeyên ji her alî cîhanê wek lehîyekê di herikin nav bajêrê Salzburgê belê şîreta me li wan ewe ku divê heya wan ji xwarin û neqelewbûnê hebe ji ber ku hema bêjin bajêr bûye wek kekê ji çukelata çêkirî jibo wê şahîya ji dayîk bûna wî ku dibêjin ew kek bi qasî 150 kîlo giran e.
Hemu ew bernameyên ji bo Mozart amade bûne di demjimêr heyştê êvara 27ê meha yek de wê rawestin jiber ku ew di wê demjimêrê de ji dayîk bûye li sala 1756an. Her sê dêrên ku di jîyana wî de muzîka wî tê de lêdida wê li heyştê êvarê ji bo Mozart li zêngilên xwe bidin.