Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerî Barzan Tikrîtî ji dadgehê derêxist


Rêberê serdesthelat ladayê Iraqê Sedam Hûsên û jimareka harîkarêt wî li dadgehê derkeftin, piştî miştûmirekê zûr digel dadwerê nû.

Bê serûberî dest pê kir demekê kurt piştî dest bikar bûna dadgehê. Serokê berî yê dezgeha pêzanînê û zir birayê Sedamî, Barzan Ibrahîm Hesen El-Tikrîtî, li dadgehê hate derêxistin piştî wî guhê xwe neda fermana dadwerî û berdewam bî li axaftinê liser rewşa saxlemîya xwe.

Demekê kurt piştî hingî Sedam, parêzerêt wî û dû tawanbarêt dî li dadgehê derkeftin, bu derbirîna nerazîbûnê liser çewanîya birêve çûna dadgehê.

Dadwerê nû, Re’ûf Ebdil Rehman, çar parêzerêt nû bu tawanbara dest nîşan kir û axaftinêt dîdevana wergirt.

Rêberê berî yê Iraqê û heft harîkarêt wî dêne dadgehî kirn ji bû kuştina 148 kesêt bajeroka Duceyl li sala 1982.

XS
SM
MD
LG