Coretta Scott King, bêjina sembola tevgera mafên mirovan li Amerîka Martin Luther King Juniorî li jîyê 78ê mir.
Daxûyaneke ji malbata wê dibêjît ew roja Duşembî direng mir. Belavukê negott ka ew bi çî mirîye.
Rewşa Xanim Kingê li van mehên dawîn xirab bibû. Heval û hogiran spêdeya Sêşembî gote televîzyonên Amerîkî ew di xewê da mirîye.
Ew li wîlayeta Alabama ya başûr li sala 1927ê ji dayik bû û li zanîngehê li Ohio bakoloreta muzîkê wergirt.
Wê li sala 1953yê li bajêrê Bostonê şû bi Martin Luther Kingî kir. Dr. King wê gavê xwendekarê diktorayê yê olî bû li Zanîngeha Boston û wê jî xwe fêrî strîna konsertan dikir li Konservatuwara Muzîkê ya New Englandê.
Baş dawetê wan bar kir û ew çûne bajêrê Montgomery yê Alabama, li wê derê Dr. King kefte linav rêberîya tevgera mafên mirovan. Xanim King digel zaroka xwe yê nixrî ji mirinê veresya li demê ku mala wan day ber bombeyan linav boykota otobusan li Montgomery.
Wê xebata mêrê xwe domand paş kuştina wî li sala 1968ê li bajêrê Memphis yê Tennessee.
Çar zarokên Xanim King û Dr. Kingî mayne.