Serok Bush dibêjît gotara wî ya salane ji bo Kongres û gelê Amerîka ya evşev dê sozeke piştevanîya Amerîka bo gelê Îranê û her wesa daxwazeke ji hikûmeta Tehranê vegirît, gazîya ku ew dev ji nexşeya çêkirina çekên atomî berdet.
Birêz Bush dibêjît Îran dê bibîte yêk ji mijarên serekî yên navneteweyî ya şeva Sêşembî. Çaverê tête kirin ku Serok ji babetên navxweyî bala xwe bidete ser pirsa hêzûtêhnê, parastinê û sexbêrîya saxlemîyê.
Karbidest dibêjin Birêz Bush dê gazîya pêtir bikarînana hêza navokî û jêderên dî yên têhnê da ku Amerîkîyan biparêzît ji giranbuhatîya petrolê li van mehên dawîn û girêdayîya Amerîka bi petrola bîyanîyan kêm biket.
Dengê Amerîka dê wê gotara îşev bi zindî bo dinyayê belav biket.