Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Şî’e û hêzên Amerîkî pevçûn


Helîkoptereke Amerîkî muşek avêtine taxeke Şî’e li Bexda di wextê lêkdanekê de digel hindek çekdaran da. Karbidestên Îraqî dibêjin jinek hate kuştin ku çi têkelî bi wî şerî ve nebû.

Leşkerê Amerîkî dibêjît ew li dû terorîstêt Sunne diçûn li bajêrê Sedr ku çekdaran li ser banê xanîyekî teqe li helîkopterê dikir û firokê jî bersiv da.

Di serhatîyeke dî de evro bi peqîna bombeke li ser caddê li bakûra Bexda sê serbazêt Îraqî hatine kuştin.Karbidestêt leşkerê Amerîkî dibêjin bombeke dî li başûra Bexda peqî û sê serbazêt Amerîkî hatine kuştin û çar jî birîndar bûn ku piştî peqînê êrîş li ser wan hatîye kirin.

Bi alîyekî din ve çekdaran du rojnamevanên televîzyona Sumerîye revandin demê vedgerîyane ofîsa xwe li Bexda û li Kerkukê xirabkaran top avêtine sazgeheke petrolê û agir ber bûye lê çi kuştî û birîndar nebûn.

XS
SM
MD
LG