Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandanên nerazîbûna ji karîkaturên Mihemmed pêxemberî nasekinin


Li Asya û Rojhelata Navîn îro xwenîşandanên nû hilkeftin sebaret karîkatûrên sîyasî yên ku bi dîtina gelek Misilmanan bêrêzîyê li Mihemmed pêxemberî diken.

Li bajêrê Peşawer yê Pakîstanê, nêzîkî 5 hezar kesan wêneyên serokwezîrê Danîmarkayê şewitandin, cihê ku ew karîkatur li pêşîyê hatîn belav kirin, û wêneyên karîkaturîstê ku Mihemmed wek terorîstekî bi bombeyan nîşan dayî.

Karbidestên Efxenî dibêjin di xwenîşandaneke li nêzîkî bingeheke NATOyê li bajêrê Maymana yê li bakura rojavayê da çar xwenîşander hatine kuştin, jimarek jî birîndar bûye. Li Kabulê jî, komeke heta 200 kesan li ber derê şandeya dîplomatîk ya Danîmarkayê xwenîşandanek pêkîna.

Li Endonezyayê, dîplomatên Danîmarkî ji hevwelatîyên xwe xwest ku ji bo parastina xwe ji wî welatê bi serjimara herî boş ya Misilmanan derkevin. Bi 100an xwendekaran li kêleka nivîsgeheke Yêkitîya Ewrûpî li wîlayeta Aceh nerazîbûna xwe dîyar kir.

Rêberê olî yê bilind yê Îranê Ayetullah Elî Xaminî weşandina wan wêneyên pêxemberî kire lomên bi gotina wî pîlaneke Sîyonîstan da ku linav Misilman û Mesihîyan şerrekê hilbêxin.

Xwenîşandanên Îranî wek duhî îro jî bombeyên gurîyê virdane balyozxaneya Danîmarkayê li Tehranê.

Li Keşmîra ser Hindistanê xwenîşanderan û polîsan lêkda, jimareke kesan birîndar bû.

Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî ew xwenîşandanên bi zebrûzordarî mehkûm kirîne.



XS
SM
MD
LG