Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ragihandineke Rojnamevanî ji Dengê Amerîka


Cîgirê serokê Sûrye yê berê Abdul Helîm Xeddam di hevpeyvînekê de gote Dengê Amerîka ku ew dijî rêbaza Serok El Esed e dema Sûrye bêxte cihekî xizmeta berjewendîyên stratîjî yên Îranê bike.

Wî got;

“Ez dijî bikar înana Sûrye bûm wek dardest ji bo rêbazên Îranê li Rojhilata Navîn, çinkû ew digel tûr û nerît û dîroka Sûrî na gûncin û dibin egera ji dest dana serwerîya wê.”

Xeddam kû niha wek pişkekê ji rikaberîya siyasî daxwaza gûherîna li Sûrye dike, wî gote Pişka Kûrdî ya Dengê Amerîka wî hemû dema “bawerên cûda hebûn” dema ew pişkek ji rijêma El Esed, û niha wî bernamek ji bo gûherînê heye.

“Benemayên wê bernamê damezrandina sîstimeka demokrasîye li Sûrye kû azadîyên giştî û taybet misoger biket û rê bidet lêk gûhertina desthelatê li ser binaxên helbijartina.”

Zêde barî vêna wî got; bernama wî daxwaza hilanîna rewşa tengavîya dike, rê dide azadîya hizir û bîra, azad kirina tevaya zindanîyên siyasî, û mafê vegeryanê dide tevaya xelkê Sûrîyê dervey welat, di gel vana encam dana reformên aborî birêvebirinê.

Rêzdar Xaddam pêveçû û got ew hîvî dike hevkarîyê digel her kesayetîyek yan hêzeka siyasî bike, hevbîr be digel bawera gûherîna rijêmê û damezrandina sîstemeka demûkrasî.

Radyoya Dengê Amerîka hemû rojan çar demjimêran bernama bi zimanê Kûrdî belav dike. Bernameyên wê li ser pêlên kurt, li ser îstasyonên AM û FM û herwisa bi rîya zindî û tomar kirî li ser malperên înternetê li ser navnîşana www.VOANews.com/Kurdish jî têne belav kirin.

Dengê Amerîka cara yekem li sala 1942an de dest bi weşana radyoyê kir û dezgeheke ragihandinê ya navnetewî ye û ji alî hikumeta Welatên Yekgirtî yên Amerîka hatîye damezirandin di nav Rêvebirîya Ragihandinê de. Dengê Amerîka zêdeyî 1000 demjimêran bernameyên nûçeyan, yên çandî, agahî û perwerdeyî belav dike li guhdarên li her alî cîhanê ku zêdeyî 100 milyon kesin. Bername bi 44 zimanan tê belav kirin.


XS
SM
MD
LG