Bi kêmîve 17 Îraqî îro duşem hatin kuştin ji ber êrîşên bi bomba li Bexda û li Musula li bakûr.
Li Bexda 12 kes mirin û heyşt kesên din jî birîndar bûn dema ku êrîşbirekî xwekuj di otebosekê de bombe bi serxwe ve teqand li devera Kadimîye ku bi giştî Şî’e lê dijîn û ku xirabkarên ji Erebên Sinnî bi êrîşên li du hev li vir dixwazin Îraq bi şerê tîreyan ango mezheb û terîqetan li hevkeve.
Li Musulê bi teqîna bombekê di nav xwaringehekê de pênc kes hatin kuştin ku yek ji wan polîs bû.
Herwisa îro duşem balyozê Amerîka bo Îraqê ragihand ku Washington qayil nabe ku alîgirên tîreyan û milîsan di nav hikumeta nû ya Îraqê û di nav hêzên wê yên parastinê de xwe bi cî bikin.
Zalmay Xelîlzad dibêje karbidestên bilind di wezaretên navxweyî, parastin û agahîyê de û herwisa şêwirmendê tenahîyê jî lazime ne alîgirê tîreyan bin û divê ji bo hemî Îraqîyan kar bikin.
Balyozê Amerîka herwisa Îranê gunehbar kir û got Îran milîsên li Îraqê hînî şer dike û çekan dide wan.
Her ku beşên sîyasî yên mezin di tengasîyê de ne di avakirina hikumeteke yekgirtî de, parlamentoya nû ya Îraqê roja şemîyê cara yekem kom dibe.