Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice dest bi serêdana xwe bo Rojhelata Navîn diket

Wezîra Derve Condoleezza Rice îro giheşte Misrê li serêdana xwe bo wergirtina piştevanîyê bo helwêsteke xurt li dijî Hemasê.

Rice dê li Rojhelata Navîn daxwaza tengavkirina hikûmeta bi rêberîya Hemasê ya Filistînîyan biket ku ew zordarîyê mehkûm biket û Îsraîlê nas biket.

Ew dê li demê serêdana pênc-rojî her wesa biçîte Erebîstana Saudî û Mîrgehên Yêkgirtî yên Ereban.

Peyivdarê Wezareta Derve Sean McCormackî got Rice dê ji hevpeymanên Ereb daxwaza şandina peyameke rohn ji Hemasê ra biket ku guh bidete daxwazên navneteweyî. Wezîrê ew daxwaz ji hevpeymanên Ewrûpî jî kirîye.

Li dû serkeftina Hemasê di hilbijartinên parlamentoya Filistînîyan li meha bihorî da, rêveberîya Bush ji nû ve dinêhrîte bernameya xwe ya alîkarîyê bo Filistînîyan.

Wek pişkeke wê pêdaçûn û nirxandinê, Washingtonê ji Desthilatdarîya Filistînî xwestîye ku 50 mîlyon dolarên hêj nemezaxtî vegêrînît.

XS
SM
MD
LG