Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê xwenîşandanên mezin çêbûn ji ber teqîna bomba li zîyareteke Şî’e


Bi bombekê qubbeya mezin ya zîyareteke herî pîroz ya Şî’eyan hate hilweşandin û bû egera tirsa ku wê tîre bersiva hev bi vî awayî bidin û li hemû welatî xwenîşandan destpêkirine.

Karbidest dibêjin zilamên ku kincên polîsan li xwe kiribûn berî ku bombê bi ser qubbeya zêrîn ya 100 salî ve biteqînin nobetdaran girêdane û hê qubbeya zîyareta Askerîye li Samarra hilweşandine.

Misilmanên Şî’e kolanên Samarra, Bexda û hin bajêrokên din girtine ku xwenîşandanan li dijî wê êrîşê bikin û herwisa êrîş kirine çend mizgeftên Sinnîyan.

Oldarê bilind yê Şî’eyên Îraqê Ayetullah Alî El Sîstanî şîneke 7 rojan li dar xist û gote xwenîşanderan ku têkilî tundutujîyan nebin.

Serokwezîrê Îraqê Îbrahîm El Caferî û serok Celal Talabanî, daxwaza aşbûn, bînfirehîyê û yekgirtina Misilmanan kirin ji gel di vê dema ku Şî’e, Sinnî û Kurdên Îraqê li ser hikumetekê li hev dikin.

Karbidest dibêjin di teqînê de tu kes nemirîye. Dibêjin çend kes li ser wê teqînê hatine girtin.


Ev bûn sê roj ku xirabkar êrîşî Şî’eyan dikin li Îraqê. Rojên duşem û sêşemê li cîyên ku bi giştî ser bi Şî’eyan ve ne li Bexdayê bi kêmîve 32 kes di êrîşên cuda de hatine kuştin.



XS
SM
MD
LG