Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Îraqîyan hatine kuştin piştî teqîna  li mezarê El Askerî


Jimareke Îraqîyan hatine kuştin û piranîya wan Erebên Sinnî ne û bi dehan mizgeftên Sinnîyan hêrîş li ser hatine kirin piştî peqandina mezarê El Askerî li Samarra roja çarşembî ku yeke ji pîroztirîn mezarên Şî’e.

Ev serhatîye bo egerê hilbûna zêdegavîyê tîreyî û karbidesta kar û barên parastinê tund kirîne û seetên berbendkirina çûn û hatinê zêde kirine li Bexda û jimareke bajêrên dî.

Polîs dibêjin wan bi dehan term dîtine ku bişevê li Bexda û dewrûbera hatibûne kuştin. Termê 48 kesan li gundê Nehrewan li başûra rojhilata paytextê dîtine û sê rojnamevan ku bo televîzyona El Erebîye ya Qeterî kar dikir, nêzîkî Samarra hatine kuştin.

Li Besra hindek çekdaran bi cil û bergêt polîsanve hêrîş kire ser girtîxanekê û 11 girtîyên Sinnî kuştin, 7 ji wan milîtanên bîyanî ne.

XS
SM
MD
LG