Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Rûsya dest bi danûstendinan kirin


Karbidestên Rusî û Îranî li Moskow dest bi danûstendinan kirin li ser pêşnîyara ku Îran karibe li ser erdê Rusan uranyumê zax bike.

Karbidestên Îranî gotin wan bi giştî ew plan qebul kirine bi armanca ku nelihevkirina wan û welatên rojavayî li ser kêşeya wan ya navokî çareser be.

Piştî gihîşte Moskow îro çarşem Alî Larcanî, bilindtirîn karbidestê Îranê li ser danustendinan guh neda daxwazên bo Îran li welatê xwe zaxkirina uranyumê qedexe bike. Wî got hemu karên navokî yên Îranê eşkere ne.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov got lazime rêkeftinek nû bo zax kirina uranyumê ji Îranê re bê pêşkêş kirin da ku xemên civata navneteweyî piçek kêm bibin.

Di vê navê de serok Bush di seredana xwe ya Efganistanê de li ser vê meselê jî xemên xwe anî zimên û got, çêkirina çekên navokî ji alî Îranê ve di têk birina tenahîya cîhanê de egera herî mezin e.

Welatên Yekgirtî û Yekîtîya Ewropa dibêjin Îran çekên navokî çêdike belê Tehran ew îddîa red dike.

XS
SM
MD
LG