Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstendinên Îranê bi Yekîtîya Ewropayê re têk çû


Yekîtîya Ewropa û Îran du saet piştî ku dest bi axaftinan kirin li hev nekirin.li ser bernameya navokî ya vê Komara Îslamî.

Danûstendinkarên Ewropî îro în gotin axaftina li Vienna ji bo paşerojê dê bi kêr bê belê gotin Îran ne amade bû di vê kombûnê de daxwaza Yekîtîya Ewropa ya ku dixwest Îran zaxkirina uranyumê rawestîne.bi cîh bîne.

Danûstendin çend roj berî kombûna Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî têk çûn. Di wê kombûnê de Ajans wê biryar bidaya ka ew dê Îranê ji ber destpêkirina zaxkirina uranyumê pêşkêşî toleyên Neteweyên Yekgitrtî bikin an na.

Karbidestên Îranî û Rûsî di vê dawîyê de kom bibûn da ku bipeyivin li ser pêşnîyara zaxkirina sutemenîyên navokî ji bo Îranê li ser erdê Rûsya. Tehran dibêje eger ku Îran bibin ber Civata Tenahîyê dê ew axaftin bi dawî bê.

Di vê navê de serokwezîrê Îranê Mahmudî Ahmedînicad îro rexne li Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî girt. Di seredana xwe ya Malaysya de got ew rêxistin di bin tesîra sîyasî ya hêzên Rojavayî de ye û êdî bawerî bê nayê.

XS
SM
MD
LG