Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush digel serokê Pakistanê kom dibît


Serok Bush dibêjit Amerîka û Parkistan pêgirya xwe bi hefkarîya sitratêcî dûpat kireve li şerê dijî tîrorismê.

Serokî evro şembî ev axaftine kirn li konfiranseka rojnamevanî digel serokê Pakistanê Pervîs Muşeref.

Serok Bushî got wî û seroê Pakistanê basê çewanîya şikist pê înana tora tîroristî ya El-Qayde kir.

Herdû serokan basê gelek babetan kir, ji wan rîformêt dîmokratî li Pakistanê. Serokî got dîmokrasî paşeroja Pakistanê ye.

Birêz Muşerefî berevanî ji bizavêt hikûmeta xwe kir bu encam dana rîforman û got nûke jin û kemayetî mafêt zêdetir yêt hey.

XS
SM
MD
LG