Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran hêj naxwaze zaxkirina uranyumê bi paşvexe


Dîplomatekî ku di axaftinên li ser bernameya navokî ya Îranê de li Ajansa navokî ya Neteweyên Yekgirtî dibêje hikumeta Tehranê baş dîyar kiriye ku ew ne razîye zaxkirina uranyumê bo demek dirêj bi paşvexe.

Desteya birêvebirinê ya Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî dîsa îro sêşem li Vienna kom dibin ku li ser bernameya navokî ya Îranê bi axivin û ka gelo ew dê bo Îranê daxwaza toleyan bikin ji Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî an na.

Îran gotibû nîyeta wan heye ku ew dê zaxkirina uranyumê bo hêza enerjîya sîvîl û lêkolînên xwe yên navokî hêj bi pêşvexin. Welatên Yekgirtî û welatên Ewropî dibêjin dibe ku Îran pê çekên navokî çebike.

Serokê I.A.E.A. (Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî) Muhammed El Beredayî geşbînîya xwe anî zimên li ser çareserkirineke di demeke nêz de. Di hin raportan de tê gotin ku Rûsya bernameyekê pêşkêş dike ku li dû wê bernameyê Îran wê karibe zaxkirina uranyumê bi paşvexe belê wê herwisa karibe lêkolînên navokî bi şêweyeke kêm bidomîne.


Cîgirê wezîra derve ya Welatên Yekgirtî Nicholas Burns dibêje hikumeta Bush tucar razî nabe bi pêşnîyar û bernameyên ku wê destûrê bidin Îranê bo zaxkirina uranyumê di nav welatê xwe de û karên wek ji nû ve berhemkirina maddeyên navokî.

Burns got lazime dinya zorê bide Îranê ku dev ji karên xwe yên navokî berde. Wî herwisa got wê Welatên Yekgirtî hevalbendîyekê ava bike di nav hin welatan de ji bo tole bên danan li ser Îranê.

Çînê jî îro ji Îranê re got ku li du gotina I.A.E.A. biçe da tamsarîya li ser karên navokî ya di navbera wê û Rojavayê de nemîne.

XS
SM
MD
LG