Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi êrîşên xirabkaran li Bexdayê 10 kes hatin kuştin


Xirabkaran îro li Îraqê li du hev êrîşan kirin û bi van êrîşan bi kêmîve deh kes hatin kuştin û 15 kesên dî jî birîndar bûn.


Êrîşa herî xwîndar li Amirîye qewimî; Amîrîye taxeke Bexda ye û lê bi giştî Erebên Şî’a dijîn. Di vê êrîşê de bombeyek li kêleka rê hatîye veşartin û bi teqîna wê şeş kes hatine kuştin û şeşên din jî birîndar bûne. Polîs dibêjin bi dîtina wan ew êrîş bi nîyeta ku li nobetdarên leşkerê Îraqê xin hatibûye kirin.

Peyra di nav rojê de otomobîleke bomba barkirî li derveyê nexweşxaneyekê li Yermûk hatîye teqandin û pê du kes hatine kuştin û neh kes jî birîndar bûne. Li paytexta Îraqê bi ser du kesan de jî gulle hatîye berdan û ew pê hatine kuştin.

Ev tundutujîyên vê dawîyê qewimîne piştî wê bûyera ku çekdarek cil û bergên komadoyên polîs yên Îraqî li xwe kiribûn û bi ser cîyê karê şirketeke parastinê ve girtibû û jê nêzî 50 karmendên wê şirketê revandibûn.

Di vê navê de di raporta xwe ya salane li ser mafên mirovan Wezareta Derve ya Welatên Yekgirtî dibêje giştîya reftarên xirab ji alî karbidestên hikumeta Îraqê û bi taybetî ji wan ji alî hêza polîsan ve tên kirin.

Raporta ku roja çarşemê hatîye belav kirin dibêje polîsên Îraqî hêj tekilin bi girtinên bê dawî û bê qanûn, tecawiz û îşkencekirina ku carna kes pê tên kuştin.



XS
SM
MD
LG