Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra rojhilata Tirkiyê şer derket 2 serbaz hatin kuştin


Duh bişev, dema serbazên Tirk li çiyayê Gebarê yê li Şirnexê, li dij serhildayên Kurd operasyonek bi rê ve dibir di navbera gêrîlayên PKK û serbazan de şer derket. Tê diyarkirin ku di encama şer de du leşker hatin kuştin 5 leşker jî birîndar bûn.

Hevdem tê ragihandin ku artêşa Tirk li çoltera navçeyên Qilaban û Beytûşebabê ya bi ser Şirnexê, sewkiyata çek û tankan dike.

Wekî din, PKKê derbarê teqîna li Wanê daxuyanek da ajansa nûçeyan a Firatê û got wan têkilî bi teqîna li Wanê nîn e û ji xwe ew tu çalakiyê ku zirarê bide kesên sivîl pêk naynin.

Heger bê bi bîr anîn PKKê agirbesta xwe ya yekalî ya 5 salan ku sala 1999’an de îlan kiribû, meha Xezîrana 2004’an de betal kiribû bi sedema ku dewleta Tirk li dij gêrîlayên wan operasyonan li dar dixe û ev yek jî agirbest bêwate dike. Li dû wê jî, nemaze piştî adara 2005’an şer û pevçûnê di navbera PKKê û artêşa Tirk her ku diçe zêde bibû.

Ya dawî, artêşa Tirk du hefte berê li Kerboarana (Dargeçit) Mêrdînê 7 gêrîlayên kurd kuştibûn ku PKKê îddîa dikir ew bi çekên kimyewî hatine kuştin û ji bo tolhildanê hefta çûyî li Êlihê (Batmanê) êrîş biribû ser minibuseke polêsan û di encamê de 4 polês hatibûn kuştin.


XS
SM
MD
LG