Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê mayînek teqîya û pê 28 kes hatin kuştin


Karbidestên xwecîhî dibêjin vê înê dema otomobîla tije kesên ku diçûne dawetekê di ser mayînekê de derbaz bûye li nêzî bajêrokê Rakhni ku 300 kîlometre li rojhilata Quetta yê paytextê herêmê, mayîn bi ser vê otomobîlê ve teqîyaye

Dibêjin giştîya qurbanîyan jin û zarok bûne.

Karbidest dibêjin ew şikê ji milîtanên eşîrî yên otonomîxwaz dikin ku wan ew mayîn danîye. Ew milîtan ev çend sale li dijî hikumeta navendî şerekî bi şêweyeke xirabkarane dikin.

Wezîrê Agahîyê yê Pakistanê Şêx Raşîd Ahmed dibêje dibe ku armanca wan ne kuştina wan kesên sîvîl bûbe.

Wan milîtanên ku doza wan girtina parek e ji dewlemendîyên xwezayî yên welatî tu car êrîş nebirine ser sîvîlan.

XS
SM
MD
LG