Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî êrîşên bi ser Şî’ayan ve El Sadr ji xelkê daxwaza aşbûnê dike


Oldarê Şî’a Muqtada El Sadr got ew fermana tolhildanê nade milîsên xwe ji bo wan êrîşên ku milîtanên Sinnî yên El Qaîde roja yekşemê kiribûn.

Îro duşem di konferanseke rojnamevanî de Muqtada El Sadr got tolhildaneke li dijî Sinnîyên tundrê dibe egera şerekî navxweyî li Îraqê.

Li taxa Sadr li Bexda roja yekşemê dema otomobîlên bombebarkirî li dû hev teqîyan bi kêmîve 46 kes hatin kuştin û 200 kesên din jî birîndar bûn.

Bi wan teqînên çend heftî piştî êrîşa bi ser zîyareta mezin ya Şî’ayan ve û piştî tundutujîya xwinrêj di navbera Şî’a û Sinnîyên Îraqî de, tirsek çêbûye ku wê Şî’a li hember vê yekê serê xwe hildin.

XS
SM
MD
LG