Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bushî demê qedexeya bazirganîya digel Îranê ji bo kompanîyên Amerîka dirêj kir


Biryara serokatîyê ya roja Duşembî demê toleyên li ser şîrketên wesa salekê dirêj diket. Ew biryar cara yêkem li sala 1995ê dewrê serokatîya Bill Clintonî hatibû dan. Serok Bushî jî ji sala 2003yê were her sal dirêj kirîye.

Ew biryar kirrîna petrola xav û pirranîya danûstandina dî ya bazirganîyê digel Îranê qedexe diket.

Peyivdarê Vivata Parastina Niştimanî li Seraya Spî Frederick Jones got kiryar û rêbazên Îranê rê daye dirêjkirina demê wan tole û qedexeyên li ser bazirgabnîya bi wî welatî ra. Wî got ew sebeb piştevanîya bo terorîstan, sicîla dirunde ya mafên mirovan û xebata bidestveînana çekên navokî ye.


XS
SM
MD
LG