Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraq parlaman sond xwar, li Helebçe xwenîşandan çêbûn


Tevî endamên ku hêj li ser avakirina hikumetê li hev nakin, sê meh piştî hilbijartina giştî, parlamana nû ya Îraqê sond xwar ji bo dest bi kar bike.

Ew kombûna bo vekirina parlamanê ku zahf bi derengî ketibû îro pêncşem nêzî saetekê berdewam kir. Qanûndaner hêj li hev nekirine ka wê kî bibe serokwezîr û wê kî bibe serokê parlamanê. Xuyaye ku danûstendin asê bûne.

Kolanên Bexdayê berî sond xwarinê bi giştî hate vala kirin piştî ku karbidest çûn û hatina otomobîlan qedexe kirin ji ber tundutujîya heftîya buhurî bibû egera kuştina 200 kesan.

Leşkerê Amerîka jî berî wê kombûna sond xwarinê xwe li alî Bexdayê bi cîh kir.

Li bakûr jî bi sedan Kurd bi egera kêmasîya di xizmeta hikumetê de li Helebçe muzexana bîrewerîyê dagirtin ku karbidest li wê derê kom bibûn bo bîranîna 18mîn salvegera kîmyabarana ji alî hêzên serokê wê demê Seddam Huseyn ve.

Xwenîşander agir bi avahîyekê xistin bo bîranîna kuştina nêzî pênc hezar qurbanîyên wê êrîşa sala 1988.

XS
SM
MD
LG