Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newroz Li Amedê hat pîroz kirin


Newroza ku ji 18ê mehê û vir de, li seranserî Tirkiyê tê pîroz kirin, îro li bajarên Serhedê Qers û Wanê, li Dîlok (Entap), li navçeyên Agirî Bazîd û Patnos, li navçeya Nisêbîna Mêrdîn, , li navçeyên Silopî û Hezex a Şirnexê û Amedê hat pîroz kirin.

Wekî din li ber deryayê Egeyê li bajarê Aydinê û li Anatolyaya Navîn li bajarê Konyayê jî newroz hat pîroz kirin. Şahiya herî mezin wekî her salê li Amedê bû.

Heger bê bibîranîn, Newroz di salên 90î de li Tirkiyê qedexe bû û her sal 21ê Adarê dibû roja şer û pevçûna di nav polês û xelkê ku dixwaze Newrozê pîroz bike. Lê ji sala 2000’an û vir de Cejna Newrozê bi awayekî destûrdayî tê pîrozkirin. Şeşemîn Newroz destûrdayî ya li Amedê wekî salên berê li qada fûarê tê pîroz kirin ku 11 km li derveyî bajêr e. Organîzasyona pîrozbahiyê ji aliyê Partiya Civaka Azad DTPê ve hat kirin.

Pîrozbahiya Newrozê de, Endama Parlemena Ewrûpayê Feleknaz Ûca, parlementerên berê yên DEPî Xetîp Dîcle û Selîm Sadak, serokê Federasyona navneteweyî ya Mafên Mirovan Akin Bîrdal û Serokê Komeleyea Mafên Mirovan Yusuf Alataş û herweha hemû Şaredarên Amedê di pîrozbahiya Newrozê de amade bûn.

Xelkê Amedê ji serê sibê, saetên zû de bi otobûs, minibûs, qemyon ango her tiştê ku bi dest wan ketibû, xwe gihandin qada Newrozê. Heta gelek kes ji ber çûn û hatina li ser rê xitimîbû çend kîlometreyan bi peyatî hatin pîrozbahiya Newrozê. Ji her temenê kes, ji zar û zêç heta kal û pîran her kes li Newrozê bû.

Qada Newrozê ji aliyê polêsan ve hatibû dorpêç kirin, û polêsan ser her kesê ku hatibû Newrozê sax dikir. Ji ber vê yekê di navbera polêsan û xelk de alozî derket û polês jî gaza rondikrêj bi kar anî xelk jî bi keviran bersiv da polêsan. Vê yekê pêşî li çoşa mezin a Newrozê negirt.

Newroz bi rêzgirtina ji bo hemû pakrewanên Azadî û Demokrasiyê dest pê kir. Sed hezaran kes ku li qada Newrozê bûn, digel stranên Kurdî û dîlanan newroza xwe pîroz kir. Jin jî bi cilên netewî yên Kurdî li xwe kiribûn dîmeneke reng bi reng radixist berçavan.

Li qada Newrozê car car firokeyên F-16 û helîkopterên leşkerî li ser girseyê diçûn dihatin xelkê jî bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyê din de jî, gelek alayên PKKê û posterên Evdila Ocalan hebû ku yekek ji wan bi 8 mîtro mezin bû. Ji ber vê yekê çapemeniya Tirk dema behsa Newroza Amedê dikir ev poster û ala nîşan dan. Rojnameya Mîlliyetê jî nivîsî pîrozbahiya Newrozê bûye xwepêşandana bo piştgiriya PKKê.

Hevdem, dora 20 rojnamegerên biyanî jî li qada Newrozê bûn ku di nav wan de, Ji televîzyona ARD ya Alman, kanala NHK ya Japon, kanala El-Cezîre ya Qetarê û BBC ya îngîlistanê jî hebûn.

Komîteya amadekar vexwendname şandibû serokê Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî. Birêz Barzanî peyamek şand û ragihand ku ew ji ber karên xwe nikare tev li Newroza Amedê bibe lê Newroz Gelê Amedê pîroz dike.

XS
SM
MD
LG