Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê serhildayan êriş li bingehê polîsan kir


Karbidestên Îraqî dibêjin serhildayan êriş li bingeheke polîsan li başûra Bexdayê kirîye û efserek û sê polîs kuştîne.

Li dû gotina karbidestan çekdaran ew êriş îro berê spêdê li bajêrkê Me’da’in yê 20 kîlometreyan başûra paytextî kir.

Polîs dibêjît wan paş wê êrişê nêzîkî 50 bergûmanan girtîne, yêk ji wan hevwelatîyê Surîyê ye.

Nêzîkî 100 serhildayan roja Sêşembî bi ser bingehê polîsan li bajêrkê Şahreban an Muqdadiye yê li bakûra Bexdayê da girtibû û bi kêmî ve 17 polîs kuştibûn û pêtir ji 30 girtîyan azad kiribûn.

Leşkerê Amerîka dibêjît wî li bajêrkê Latîfîye jî xirabkarek kuştîye, 11 jî bi cebilxaneyeke çekan girtîne.

Ji alîyê dî ve Serok Bush îro dê sera wîlayeta West Virginia bidet ji bo dawîtirîn xeleka ji zincîreke gotaran li ser şerrê Îraqê û bizava li dijî terorîzmê.

Birêz Bushî li konferanseke rojnamegerîyê roja Sêşembî got ew bawer diket ku Amerîka dê li Îraqê serbikevît. Wî got vekêşana hemî serbazên Amerîka ji Îraqê biryareke ji bo serokên piştî wî û hikûmetên paşerojê yên Îraqê.

XS
SM
MD
LG