Kanalên taybetî yên televîzyonên Tirkîye xwe amade dikin bo belav kirina bernameyên bi zimanê Kurdî li dû biryarên nû yên hikumetê ku hatine dan da bigihijîne şert û mercên endametîyê bo Yekîtîya Ewropa.
Karbidest dibêjin çend kanalên televîzyonê li başûra rojhilata Tirkîye ku piranîya xelkê deverê Kurd in wê îro pêncşem dest bi belav kirina bernama bikin bi "ziman û zaravayên din ji bilî zimanê Tirkî."
Ev biryarên nû rê didin ku her rojê heta 45 deqîqa bername bi zimanê Kurdî hebin, an jî çar saetan li heftîyê bo radyoyê û heta nîv saetê her rojê an jî du saetan her heftîyê bo bernameyên televîzyonê. Dema bernameya Kurdî bê belav kirin rêzeke nivîsanê li binê ekranê wê wergêra ji zimanê Kurdî ser bi zimanê Tirkî belav bike.
Lê bernameyên hîn kirina zimanê Kurdî an jî bernameyên zarokan di nav van bernameyên nû yên Kurdî de nayêne belav kirin
Yekîtîya Ewropa sengîyê dide ser Tirkîye bo baştir kirina mafên kêmanîyên nijadî berî bibe endam di Yekîtîya Ewropî da.