Karbidestên Îraqê dibêjin bi teqîna bombeyan û gulleyan li Îraqê zêdeyî deh kes hatine kuştin.
Karbidest dibêjin îro în bombeyek li derveyê mizgefteke Sinneyan hatîye teqandin û pê pênc kes hatine kuştin û bi kêmî ve 15 yên din jî birîndar bûne li bajêrokê Xalis li bakûra rojhilata Bexdayê.
Êrîşbiran li başûra Bexdayê gulle berdane firinekê û çar kargerên firinê hatine kuştin û bombayeke li kêleka rê veşartî bûye egera kuştina polîsekî .
Li cîyekî din li Bexdayê sê polîsên din jî bi gulleyan hatine kuştin. Karbidest di çalekê de cendekê 12 kesan dîtine li paytextê. Ew kes girêdayî bûne û gulle berdane serê wan.
Di vê navê de balyozê Amerîka yê bo Îraqê Zalmay Xalîlzad ji rojnameya Washington Post re got Îran ji alîkî ve îşaretên alîkarîyê dide bo pêvajoya xitimî ya sîyasî ya Îraqê û ji alî din ve jî bi agahîya xwe û leşkerê xwe piştevanîya milîs û komeleyên xirabkar yên neqanûnî dike.