Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên YE  piştgirîyê dan sîyaseta bo enerjîya gelerî


Rêberên Yekîtîya Ewropa li Brukselê kombûna xwe ya li ser sîyaseta bo enerjîya gelerî ya du rojan bi dawî anîn.

Rêberan daxwaza xwe ya piştgirîyê anîn zimên ji bo giranbûna buhayê enerjîyê, destgirêdayîbûna bi kirînên ji derve ve û zêdebûna pêdivîya cîhanî. Belê dîsa bawerîya xwe jî anîn zimên ku ew dixwazin heta sala 2007 an sektora enerjîyê bi temamî serbest bikin di nav Yekîtîyê de.

Serokwezîrê Awusturya Wolfgang Schuesselê ku vê carê serokatîya Yekîtîya Ewropa di destê welatê wî de ye, dibêje lihevxistina cûreyên enerjîyê li hêvîya welatan bixwe dimîne heta ku her yek biryar bidin li ser pirsgirêkên wek dev jê berdana ji hêza navokî.

Rêberan bala Komîsyona Ewropayê kişandin ser bi pêşvexistina pêşîbirkeya komeleyan li dij Amerîka û welatên din. Komîsyona Ewropa, di Yekîtîyê de dezgeha herî bilind ya hikum kirinê ye. Wan herwisa ji Komîsyonê xwestin ku qanûn derkevin da xizmetên komeleyî di bazarê de karibin pêşbirkê bikin.

Parlamana Ewropa meha buhurî biryareke xwe vekêşand ku wê biryarê destûr dida kargerên ji welatekî endam karibin di welatekî din yê endam de li dû qanûna welatê xwe kar bikin.

XS
SM
MD
LG