Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bingeheke Amerîkî û Îraqî 30 kes hatin kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin îro duşem êrîşbirekî xwekuj li bakura rojavaya Îraqê xwe bi ser bingeheke Amerîkî û Îraqî ve teqandîye û 30 kes bi xwe re kuştine.


Wezîrê navxweyî yê Îraqê dibêje êrîş li nêzî bajêrokê Tel Afar bûye li navenedeke navnivîsîna bo leşkerîyê. Karbidest dibêjin xuyaye ku ev êrîş hatîye kirin bi armanca lêdana wan kesên ku navê xwe didin nivîsandin bo bibin serbaz.

Îro di demeke zûtir de leşkerê Amerîka yê li Îraqê got hêzên Îraqî yên taybetî yên kiryaran 16 xirabkar kuştine di dema kiryara roja yekşemê de li rojhilata bakûra Bexdayê ji alî hêzên Amerîkî û Îraqê ve.

Alîkarên Muqtada El Sadrê oldar yê Şî’e ji bo vê kiryarê dibêjin hêzên Amerîkî bi vê kiryarê êrîş birine ser mizgeftekê û zêdeyî 20 kesên tê de kuştine.

Hêzên hevalbendîyê dibêjin di dema kiryara leşkerî ya li taxeke hejar ya Şî’e de li nêzî taxa Sadr li paytextê, ew neketine nav tu mizgeftan û tu zîyan nedane mizgeftan.

Ji alîyekî din ve televîzyona Erebî ya El Cezîre îro vîdyoyekê belav kir, xuyaye ku ev vîdyo ya sedvanekî firarî yê Seddam Huseyn yê bi navê Îzzet Îbrahîm El Dûrî bûye. Di vîdyoyê de Dûrî ji rêberên Ereban dixwaze ku ew pêywendîya xwe ya bi hikumeta Îraqê re bibirrin û piştevanîya xirabkarên Sinne bikin.

XS
SM
MD
LG