Îro çarşem li fioşgeheke ku kel û pelên elektronîk dihat firotin çekdarên ku kincên polîsên qomando li xwe kiribûn, heyşt karmendên firoşgehê kuştin ku ku dibêjin sê ji wan kuştîyan jin bûne.
Polîs dibêje di êrîşeke li parezgeha dewlemend ya Mansûr de jî bi kêmî ve şeş kes birîndar bûne
Do sêşem hin çekdaran jî li Bexda 20 Îraqî revandibûn.
Di tundutujîyeke din de roja sêşemê leşkerê Amerîka dibêje li Habanîye ya li rojavaya Bexda dema ku otomobîla leşkerî li bombayeke li kêleke rê veşartî qelibîye di teqînê de serbazekî Amerîkî hatîye kuştin û sisêyên din jî birîndar bûne. Serbazekî din yê Amerîkî jî li başûra paytextê bi êrîşeke bi çekên sivik hatîye kuştin
Di vê navê de raportên dezgehên ragihandinê yên wek Associated Press û Tthe New York Times dibêjin ku balyozê Amerîka bo Îraqê Zalmay Xelîlzad ji sîyasetvanê Şî’a Abdul Azîz El Hekîm xwestîye ku destnîşankirina Îbrahîm El Caferî paş vekêşin bo cara duem bo serokwezîrîyê.
Van rojan karbidestên Amerîka rexne li hikumeta Caferî digirtin ji ber ku bi gotina wan hikumeta wî piştgirîyê dide milîsên Şî’e yên ku tundutujîyên tîreyî aloz dikin.