Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û lêkdan di nêvbera polîsê Tirk û serheldayêt Kurd berdewame


Şer û lêkdan di nêvbera polîsê Tirk û serheldayêt Kurd li başora rojhelata Tirkîyê berdewame.

Xwepîşanderek hate kuştin û bi kêmî 10 kesêt dî birîndar bûn. Şer û lêkdan evro şembî li bajerokê Qiziltepe li devera Mêrdînê çêbûn.

Bi kêmî yek hizar xwepîşander birev avahîyeka partîya desthelatdar li Tirkîyê çûn û kevîr havêtin û bankek şewitand.

Heta nuha, 8 kes di pênc rojêt tondûtîjîyê li wê herêmê hatîne kuştin, ku roja sêşembî dest pê kir demê rêwresma veşartina termêt endamêt Partîya Karkerêt Kurdistanê ku jilayê hêzêt parastina Tirk hatibûne kuştin.

XS
SM
MD
LG