Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firrokên şerrî yên Îsraîlê êriş bire ser başura devera Xezze

Şahidên Filistînî dibêjin bi kêmî ve mûşekeke Îsraîlê li bingeheke leşkerî ya 100 mitroyan nêzîkî nivîsgeha Serokê Desthilatdarîya Filistînîyan Mehmud Ebbas ketîye. Serokê Filistînî li demê êrişê li cihekî dî bû.

Jêderên Filistînî dibêjin wê mûşekê li nişîngeha helîkopterê ya ku Birêz Ebbas bikar tînît daye û du nobedar birîndar bûyne.

Îsraîl dibêjît armanca wê êrişê ew cih bûn yên ku mîlîtanên Filistînî ji wan mûşekan dihavêjine başura Îsraîlê.

Mîlîtanan bi kêmî ve neh mûşek havêtine ser Îsraîlê yêk ji wan kefte gelek nêzîkî enbareke petrolê li kêleka benderê Aşkelon.

XS
SM
MD
LG