Komeke Kurdan ji bo rêzgirtina Kurdên ku di alozkarîyên li başûra rojhilata Tirkîye da hatin kuştin û dîyarkirina piştevanîya xwe roja duşemê li Washingtonê xwenîşandanek kir. Ew çalakî du rêkxistîyên Kurdan, Navenda Agehdarîyan ya Kurdên Amerîkî û Kongresa Niştimanî ya Kurdî li bakûra Amerîka pêk anîbû.
Rêvebirê Navenda Agehdarîyan ya Kurdên Amerîkî Kanî Xulam li hevpeyvîneke bi Dengê Amerîka re got ew dixwazin welatên rojavayî pêtir rexneyan li Tirkîyê bigrin ji ber reftara wê li hemberî Kurdan.
Eger bixwazî guh bidî vê hevpeyvînê li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje Li dengê Kanî Xulam guhdarî bike bitiqîne.