Parêzereke Seddam Huseyn bi sebeba ku ew dadgehkirina rêberê ladayî yê Îraqê xera dike ji dadgehê hate derxistin.
Serokê dadgehê îro çarşem parêzer Buşra Xelîl ji dadgehê deranî ji ber ku parêzer wêneyên girtîyên Îraqî yên bi gotina wê ku hêzên Amerîkî destdirêjî li wan kiriye nîşan da û qîrîya.
Îro bo xwe parastinê di pêvajoya pirs û bersivan de bo tawanan Seddam bi tenê bû. Dîktatorê Îraqê yê berê bersiva pirsan dide li ser kuştina zêdeyî 140 misilmanên Şî’e li sala 1982.
Seddam hilperikî ser wezareta navxweyî ya Îraqê û ew tawanbar kirin bi kuştin û îşkencekirina bi hezaran kesan. Wî herwisa xwest ku rêxistinên navneteweyî lêkolîn bikin li ser belgenameyên ku mora wî li ser e û ji alî dadpirsan ve hatine pêşkêş kirin.
Dadpirs dibêjin belgename tev fermanên Seddam in bo kuştina Şî’eyên li gundê Ducêl.
Seddam qebûl dike ku wî ev ferman dane belê dibêje ev ferman ne sûc in ji ber ku dadyar wan gundîyan sûcdar deranîbûye bi sebeba bizava wan ya kuştina wî.
Seddam û her heft xospêrên din dê bêne daleqandin eger sûcê Ducêl li wan bê îzbat kirin.
Dadpirs dibêjin ew herwisa bi qirkirin û hin sûcên din jî Seddam tawanbar dikin. Ew sûcên ku behsa wan tê kirin di derbarê kiryara li sala 1980 li dijî kêmanîya Kurd li Îraqê de ye ku pê 180 hezar kes hatibûn kuştin.
Seddam û yên din bi wan sûcên din wê bi dadgeheke din bêne dadgehkirin.