Li bajêrê Necef ku li başûra Îraqê ye otomobîleke bombabarkirî bi ser zîyareteke Şî’eyan ve hate teqandin û bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin.
Bomba demek kin berî nîvro li ber quba ku mezelê Îmam Alî, zavayê Muhammed pêxember tê de bû hate teqandin ku ev cîh ji bo Şî’eyan pîroztirîn cîh e li hemu cîhanê. Di teqînê de bi kêmî ve 30 kes jî birîndar bûne.
Îro pêncşem li Bexda bombake li kêleka rê veşartî bû egera mirina polîsekî.
Berî wê leşkerê Amerîka daxuyanî da ku wan karbidestekî bilind yê berê yê agahîya Îraqê girtîye ku şikê jê dikin ku têklatîya wî bi terorîstê ku li du ne Ebu Mûsab El Zarqawî
Leşker li dû vî kesî bûn ji ber bi têklatîya revandina çend kesan, êrîşên bi bomba û bizavên kuştina kesan.