Li senata Amerîka îro pêncşem deng tê dan li ser guhertinên di qanûna penaberîyê de.
Li dû guhertina ku Komarî dixwazin bîyanîyên ku pênc sal an jî zêdetir li Amerîka jîyane bi şertê ku bacên berê û cezayê pera bidin û Îngîlîzî hîn bibin û jîyana wan ya heta wê rojê bi rêya fermî hatibe kontrol kirin ew dê karibin serî ji bo hemwelatîya Amerîkî bidin.
Yên ku li Amerîka ji du salan heta pênc salan jîyabin jî lazime dagerin welatê xwe û li wir serî lê bidin bo wergirtina destûra kar kirina bo demekê li Amerîka.
Demokratên Senatê jî guhertinên ku ew dixwazin pêşkêş kirin û îro wê li serê deng bê dan. Belê wan û Komarîyan di dîtina rêyeke navber de li hev nekirin.
Herdû guhertinên ku hatine pêşkêş kirin li çareyekê digerin bo tedbîra ku Komîteya Dadê ya Senatê heftîya buhurî deranî bû ku destûrê dida hema bêjin hemu 11 mîlyon penaberên ku bê qanûn li vî welatî dijîn bibine hemwelatê Amerîka.